Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Çînî Li Beijingê Kom Dibin


Polîsên Çînî li ber portreya rêberê Çînî Mao Zedong ya li Meydana Tiananmenê nobedarîyê dikin. Beijing, 15 Cotmeh. 2010
Polîsên Çînî li ber portreya rêberê Çînî Mao Zedong ya li Meydana Tiananmenê nobedarîyê dikin. Beijing, 15 Cotmeh. 2010

Komîteya Navendî ya Partîya Komunîst ya Çînê, kombûna xwe ya nepenî ya salane, îro Înîyê li Beijîngê vekir, jibo gotûbêj kirina rêbaza aborî ya welêt. Kombûn her wiha, dê jibo destnîşan kirina serokekî nû jî gotûbêjan bike, piştî dawîbûna serokatîya Hu Jintao.

Çaverê ye çend send karbidestên netewî û yên herêmî pişikdarîya kombûnê bikin, jibo gotûbêj kirina nexşeya 5 salî ya pêşvebirina Çînê, ku li sala 2011’ê destpê dike.

Li ber e, di kombûna 4 rojî de delegeyan kesên ku cîhê Serok Hu Jinato û Serokê Hikûmetê Wen Jiabao bigire.

Hêjayî gotin e Serok Jintao li 2013’an dest ji karê xwe berdide.

XS
SM
MD
LG