Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Derbeya Leşkerî li Malî Soza Vegerandina Desthilata Sivîl Diden


Rêberên derbeya leşkerî li Malî dibêjin ne dûr e ew di nav çend rojan de desthilatê biden dest hikûmetak demkî, wek beşek ji rêkeftinekê ku li gor raportan çend demjimêran pêştir li navbera wan û gropa herêmî ya ECOWAS çêbû.

Efserê leşkerî Amadou Sanago gote rojnamevanan ku ewa xastika wan kesan e yên derbeya leşkerî pêkanîne ku bi lez xwe biden rexekê û rêkê biden hikûmetek demkî ya yêkgirtî ya nîştimanî bê avakirin, bi merema rakirina hemî durpêçên ji layê ECOWAS ve bi ser Malî de hatine sepandin.

Wî negot ka kengî ew dê desthilatê teslîm biken, û li gor wê rêkeftina hatî kirin jî çi wextek taypet nehatîye destnîşan kirin.

Ji layek din ve roja Şemê xelk li ser şeqamên Bamako ya paytext civîyan û imza kom kirin û daxwaza aştîyê kirin

XS
SM
MD
LG