Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Îsrîlî û Fîlîstînî Banga Kiryarên Wêrek Dikin


Rêberên Îsraîlî û Fîlîstînî dibêjin, dem hatîye ku her du alî cûda birîyîyên xwe deynin rexekî û aştîyeke herheyî destve bînin.

Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu îro Yekşemê ji kabîneya xwe re got, ew hazir e dest ji hîn şert û mercên girîng berde, eger peymaneke bête îmza kirin ewlehîya Îsraîlê misoger bike.

Wî got, peyda kirina çareserîyên nû jibo kêşeyên dûr û dirêj karekî dijwar e û divê Îsraîl bi awayekî afirendêr li ser wê yekê bifikre.

Li alîyê din, danûstandêrê serekî yê Fîlîstînî Saed Erekat ji Radyoya Artêşa Îsraîlî re got, waxt hatîye ku danûstandin bisekinin û li şûna wê, biryarên zîrek û kiryarên berbiçav pêk werin.

Erakat got, ew bawer dike ku peymaneke ligel Îsraîlê dikane gruba mîlîtan Hamas jî qane bike, ku aştîyê ligel Îsraîlê bipejrîne.

XS
SM
MD
LG