Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên NATO'yê Derheqa Afganistanê Diaxifin


Rêberên NATO'yê di roja duyê ya hilcivîna hevalbendîyê de bala xwe didin ser Afganistanê ku nexşeyek jibo wî welatî deynin.

Li ber e, endamên NATO'yê planên xwe yên ser veguhastina ewlekarîyê ji hêzên Afganî re bigehînin asta dawî, berî ku piranîya hêzên bîyanî heta sala 2014’an ji wî welatî derkevin.

Serokê Afganî Hamîd Karzayî careke din piştrast kir ku hikûmeta wî pêgîr e ku li gorî cedwela heyî gavan bavêje da ku Afganistan nema bibe bareke giran li ser civata navnetewî.

Lê, Sekreterê Giştî ya NATO Anders Fogh Rasmussen got, ew dê li ser vekêşana ji Afganistanê lêze nekin û NATO her pêgîr e ku piştî sala 2014’an jî hevkarî ligel gelê Afganî bike.

XS
SM
MD
LG