Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qibrisîyên Tirk Şîna Rauf Denktaş Digirin


Qibrisîyên Tirk Şîna Rauf Denktaş Digirin
Qibrisîyên Tirk Şîna Rauf Denktaş Digirin

Rêberên Tirk îro tev li bi hezaran rûniştîyên bakurê Qibrisê kom bûn ku di xatir jî rêberê Qibrisîyê Tirk Rauf Denktaş bixwazin ku roja Înê ji nexweşîyeke dûr û dirêj mirîbû.

Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li nav behîdaran bûn ku pişikdarî li merasîma binaxkirina rêberê Qibrîsî bûn.

Derbesta Rauf Denktaş ji qesra seroktîyê hate rakirin û ber bi beşa tirkî ya bajarê Nîkosîa (Lefkoşe) hate veguhastin.

Rauf Denktaş jiber nexweşîyên xwe di 87 salîya xwe de mir. Wî li sala 1983’an Komara Tirk ya Bakurê Qibrisê ava kirîbû û heta sala 2005’an wekî serokê wê mabû. Ev dewlet, tenê ji alîyê Tirkîyê ve tê nas kirin.

XS
SM
MD
LG