Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP Dibêje ku YSK Dê Hilbijartinên Stenbolê Nû Bike


Navenda YSK'ê li Enqerê

Nûnerê AKP’ê yê Komîsyona Bilind ya hilbijartinê (YSK) li Tirkîyê Recep Ozel ragihand ku YSK’ê biryara dubarekirina hilbijartinên bajarvanîya Stenbolê da.

Ajansa Anadolu ya dewletê jî heman nûçeyê derbaz kir û got ku biryar bi 7 beramber 4 dengan hatiye dayîn.

Partîya oposîzyona serekî CHP’ê jî ragihand ku biryar dîktatorîyeke berbiçav e.

Hember AKP’ê, qezenckirina hilbijartinan qedexe ye. Ev sîstema ku vîna gel û serwerîya qanûnê tune dike, ne rêwa ye, ne jî demokratik. Ev dîktatorîyeke berbiçav e.”

XS
SM
MD
LG