Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Redîf Mustefa: Rejîma Sûrî Dixwaze Şer li Navbera Sunnî û Şîeyan Çê Bibe


Alozîya Sûrîyê gihiştîye Libnanê jî û di şer û pevçûnên navbera piştevan û neyarên rejîma Sûrî Beşar El Esed de bi dehan kes li Libnanê hatîne kuştin yan birîndar bûne.

Pevçûna Libnanê bi giştî li navbera du komelên tayîfî ye, Sunnî yên piştevanên serhildayên Sûrî û Şîe yên piştevanên rejîma Sûrî.

Redîf Mustefa, endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê dibêje heta nuha mirov nikare bêje ku şerekê navxweyî di navbera Şîe û Sunnîyan de qewimîye li Sûrîyê, lê belê “rejîm û dostên wê bi taybet Hizbullah” ya Libnanî dixwazin şerê tayîfî li Sûrîye û welatên cîranên Sûrîye jî çê bibe.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Redîf Mustefa herwiha dibêje ku mana rejîma Esed li ser desthilatê ne bitenê problemeke bo gelê Sûrî, lê belê problemeke jibo hemû gelên herêmê.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Redîf Mustefa re, fayla dengî li rexê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG