Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Redîf Mustafa: Sûrîye Berdewam Cîhanê Dixapîne


Xwenîşanderên Sûrî li Himusê nivîsîne: "Em azadîxwaz û aştîxwaz in. Em ne diz û rêbir in."
Xwenîşanderên Sûrî li Himusê nivîsîne: "Em azadîxwaz û aştîxwaz in. Em ne diz û rêbir in."

Nûnerê Sûrîyê yê li Yekîtîya Ereb Yusuf Ahmed dibêje, serokê komîteya li ser Sûrîyê, Serokwezîrê Qatarê, Şêx Hamad Bîn Casim El Thanîbi bi daxuyanîyên xwe helwesteke pêşbiryar li welatê wî nîşan daye.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Redîf Mustafa, Serokê Komîteya Mafên Mirovên Kurd li Sûrîyê dibêje, ez ne di vê bawerîyê de me ku rejîma Esed ji Yekîtîya Ereb eciz e. Şam dixwaze bi taktîkên wiha ji xwe re waxt qezenc bike û civata giştî bixapîne.

Redîf Mustafa her wiha dibêje, êşkence û kuştinkarîyên hêzên ewlekarîyê didomin û bi sedan kes li nav rojên dawî hatine kuştin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG