Lînkên eksesibilîtî

Berdevkê YPG'ê: Koalîsyon Divê li Hêzên Kurdan Xwedî Derkeve


Rêdûr Xelîl

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl di hevpeyvîna taybet ya bi Dengê Amerîka bang li koalîsyona bi pêşengîya Amerîka kir ku li hêzên Kurdan xwedî derkeve.

Xelîl dîyar kir di êrîşên esmanî yên Tirkîyê de, 20 şervan li Qereçoxê hatine kuştin û 18 jî birîndar bûne.

Berdevkê YPG’ê da zanîn ku karbidestên koalîsyonê, ser pirsên wî yên derbarê êrîşên esmanî dîyar kirine ku Tirkîyê agahî nedaye wan.

Berdevkê koalîsyonê John Dorrian gotibû ku Tirkîyê, jibo êrîşan bi derengî xeber daye Amerîka ku hêzên li erdê tedbîrên ewlekarîyê bi rêkûpêk nesitandine.

‘’Me her xwest em wek dewleteke cîran li Tirkîyê binêrin. 600 kîlometre sînor heye di navbera me û Tirkîyê de, 6 sal in tek fîşengek jî ji vir neçûye wir’’ Xelîl got.

Xelîl bi berdewamî da zanîn ku ger Tirkîyê êrîşên xwe bidomîne, ewê YPG, ku li dora Reqa pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike, vegere parastina Rojava bike.

XS
SM
MD
LG