Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêdûr Xelîl: Em Rêkeftina Amerîka û Tirkîyê Wek Gefê Nabînin


Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl ji Associated Press re dibêje, ew rêkeftina Amerîka û Tirkiyê jibo avakirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê wekî gefe nabîne.

Xelîl dibêje, hîn ne zelal e ka bi rastî ewê Tirkiyê şerê DAIŞ bike. Ew herwiha dibêje, Tirkiyê naxwaze ku hêzên bejî bişîne nav Sûriyê.

YPG piraniya sînorê Sûriyê ligel Tirkiyê bi dirêjahiya 910 kîlometran kontrol dike. Wê hişyarî daye Enqerê ku maytêkirina leşkerî li bakurê Sûriyê pêk neyîne.

Bi alîkariya hêzên koalisyona navnetewî, YPG şerekî serkeftî li dijî DAIŞ li ser gelek bereyan li bakur û bakur rojhilatê Sûriyê dike.

Gelek Kurd ditirsin ku Tirkiyê şerê dijî DAIŞ wekî behane bikar tîne jibo ku pêşketinên YPG sînor bike û Amerîka jê dûr bixîne.

XS
SM
MD
LG