Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Jinûve Refah bi Hevpeymanîya Gel Dikeve Hilbijartinan


Televîzyona NTV ya Tirkî ragihand ku Partîya Jinûve Refah ya bin seroktîya Fatîh Erbakan biryar da ku tev li Hevpeymanîya Gel (Cumhut Îttîfaki) be.

Nûnerên partîyê çûn avahîya Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ku protokola tifaqê radestî karbidestên wê bikin.

Erbakan roja Duşemê ragihandibû ku ewê tev li Hevpeymanîya Gel nebin û li hemî bajaran bi navê xwe tev li hilbijrtinê bibin.

Erbakan herwiha gotibû ku ewê di hilbjartina seromarîyê de bibe berbijarê partîya xwe û wî serlêdana fermi jî raberî YSK kiribû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Kiliçdaroglu berbijarê Hevpeymanîya Netew e ku ji CHP, Partîya Baş, Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Saadet, Partîya Siberojê û Partîya Demokrasî pêk tên.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi hin partîyên çep re di Hevpeymanîya Ked û Azadîyê de ye, lê wê biryar dabû berbijarek dernexe ku ew jî wek piştgirîya Kiliçdaroglu tê dîtin.

XS
SM
MD
LG