Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Ser Rêferanduma Herêma Kurdistanê Nerihetiya Xwe Tîne Ziman


Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert

Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert car din dudiliya welatê xwe derbarê rêferandumê herêma Kurdistanê anî ziman û got, Amerîka bi endêşeke mezin û hesas nêzî rêferandumê dibe".

Derbarê pirsa nûçegihanê Tora Mediya Rudaw Namo Ebdûla ya derbarê çûna şanda Herêma Kurdsitanê ya Bexda pirs kir û got ku, şand jibo liser Rêfernaduma û ragihandina cûdabûna ji Îraqê li Bexda ye, kanê Amerîka piştevaniyê dike?

Berdevka wezareta derve Heather Nauert dibîje,"Eger ku dialoga di navbera Hewlêr û Bexda hebe ev başe, lê wek tê zanîn ku, me tekez kirîye, pirsa rêferandumê jibo me ciyê dudiliyek mezin û hesase, rêferandum dê netebayiyê peyda bik, Em dixwazin Îraqeke yekgirtî û tena hebe".

Di beşekî bersivdana xwe de, peyvdara wezareta derve bal kişande ser dema rêferandumê û got, karê niha yê herî giring bihêt kirin jinavbirina DAIŞ'ê ye, divê çav liser DAIŞ'ê bin.

Wek tê zanîn herêma Kurdistana Îraqê roja 7.6.2017an di civîneke piraniya partî û aliyên siyasî de bi serokatiya serokê herêmê Masûd Barzanî roja 25.09.2017an weke dema encamdana Rêferandumê destnîşan kir bû, lê tevgera Goran û Komela Îslamî yê Kurdistanê beşdarî di civînê de nekir bûn.

Herwiha gelek welatan heta niha nerazîbûn li dij dema encamdana rêferanduma herêma Kurdistnaê nîşan dane, welatên herêmê yên weke Tikiye, Îran û Îraq li dij rêfarandumê daxûyaniyên fermî dane.

Serokê hikûmeta Îraqê Haider Abadî dabû zanîn ku, pirsa rêferanduma herêma Kurdistana Îraqê, pirsek ne destûriye û nabe bihêt encamdan.

XS
SM
MD
LG