Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye di Meha Nîsanê de Referanduma Ser Qanûna Bingehîn Pêk Tîne


Serokwezîrê Tirkîyê ragihand ku li wî welatî dê di meha Nîsanê de referandum li dar keve.

Dîroka referanduma li ser guherandina hin xalên qanûna bingehîn dê ji alîyê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) vê were eşkere kirin.

Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim, roja Çarşemê di civîna bi rêvebirên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) re, li ser referandumê axifî.

''Em wazîfeyeke dîrokî dikin, emê guherînên di referandûma sala 2007'an kêm mane, temam bikin.'' Yildirim got.

Di serî de Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û hin derdorên sîyasî îdîa dikin ku hikûmet bi guherînên nû dixwaze bandora meclîsê kêm bike.

''De wêde herin. A rast bandora meclîsê ji berê zêdetir dibe. Dê meclîs hin kesan jibo darizandinê wazîfedar bike. Bi vî awayî, îradeya gel jî di darizandinê de cîh digire.''' Yildirim li ser wan îdiayan got.

Hêjayî bîrxistinê ye, li meclîsa Tirkîyê 4 partî hene. Li gor daxuyanîyên partîyan, CHP û HDP dê di referandumê de bêjin 'erê' û AKP û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) bêjin 'na'.

XS
SM
MD
LG