Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermed Rehîmo: Hunera Min Azadiya Min Bû di Xurbetê de


Dema astengî û zorî zêde dibin û rê li pêş mirvana tên girtin, êdî rengê azadiyê û rizgariyê ciwantir dibe û hest û şêwazên wê jî firehtir dibin, û huner û afirandin dibin zimanê wê, wek çîroka hunermendê şêwekar Rehîmo ku ji ber setemkariya rêjîma Sûriyê ya Bassî reviya û li Bilcîka bû penaber ji salên 90'î ve, û hunera wî bi tenê karîbû wî ji dûrbûn û tirsa xerîbtiyê rizgar bike.

Rehîmo di sala 1962an de li bajarê Amûdê jidayik bû.

Di sala 1990'î de ji Akademiya Hunerên Ciwan ya Şamê bawernameya hunerê wergirt.

Endamê Komeleya Hunermendên Şêwekar a Surîye ye.

Nuha li Bilcîka jî hunera xwe berdewam dike û beşdarî komele û civatên hunerî bûye.

Pêşangehên wî:

1991 Pêşangeha salane ya hunermendên Şamê ( Dîmeşq).

1991 Navenda Çandê li Amûdê

2001 Xelata Duwemîn a Pêşbirka Hunermendên Şêwekar li Belcîkayê wergirt

2001 Muzexaneya Îpır li Belçîkayê

2001 Pêşangeheke hevbeş li Fabrick Piano

Destpêka Rehîmo ji kolan û cadên Amûdê destpê kir, lê belê wî bi xwendinê dergehên mezintir li pêş xwe vekir,

Ji ber helewestê wî yên siyasî û çalakiyên wî di warê çand û hunera kurdî de rastî astengiyan bû ji aliyê rêjîma Bessî li Sûriyê û di dawiyê de kete bin gefa girtinê ji ber wê reviya û li Bilcîka mafê penaberiyê wergirt.

Ta roja îro hîna bi rengên xwe ve girêdayî ye û xewna wî bi dawî nehatiye.

Hêjaye gotinê ye ku wî di warê amadekarina bergên pirtûkan û motîfan nava wan de xebitiye û ya din jî di warê dekorên televizyonan de jî kar kiriye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:20:22 0:00
please wait

No media source currently available

0:00 0:16:50 0:00


Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG