Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Bekarî li Amerîka Kêmtir Dibe


Rêjeya Bekarî li Amerîka Kêmtir Dibe
Rêjeya Bekarî li Amerîka Kêmtir Dibe

Rêjeya bêkarîyê li Amerîkayê bli meha 10, Cotmehê içêk hate xwarê û bû % 9 û 80.000 hezar karên nû peyda bûn.

Raporta roja Înîyê ya Wezareta Kar ya Amerîkî dibêje, bi zêdebûna karên li sektora taybet, dengeyek (balansek) di kêmbûna karên hikûmetê de pêk hat.

Rêjeya bêkarîyê niha di asta herî nizim ya 6 mehên borî ye, lê hîn jî 13.9 mîlyon Amerîkî bê kar in.

Serokê Amerîka Barack Obama raporta nû wekî pêngaveke erênî binav kir, lê got, mezinbûna aborî pir hêdî ye. Wî bang li Kongresê kir ku pîvanên jibo afirandina karên nû bipejrîne.

Rêjeya bêkarîyê li Amerîka, berî sistbûna aborîyê li dora % 4.6 anku nêzîkî nîvîya rêjeya niha bû.

XS
SM
MD
LG