Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî Soza Şikandina Êrîşên Serhildayan li Helebê Dide


Di rojên dawî de şer li Helebê gur bûye
Di rojên dawî de şer li Helebê gur bûye

Artêşa Sûrî îro Duşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku çekdarên oposîzyonê di nav sê rojan de 84 kes kuştine ku piranîya wan jin û zarok in.

Artêşa Sûrî serhildayan bi tawanên cengî sûcdar kir û îdia kir ku wan gazên jahrîn jî bi kar anîne û jimareke kes birîndar kirine.

Di daxuyanîyê de tê gotin ku hêzên leşkerî yên Sûrî bi biryar in ku êrîşa serhildayan ya dijî Heleba rojava ya bin kontrola hikûmetê bişkênin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) texmîn dike ku ji destpêbşna operasyona serhildayan vir ve, 17 ji wan zarok, 48 sîvîl û 61 leşkerên hikûmetê hatine kuştin.

Dijberên hûkûmeta Sûrî ku gruba ser bi El Qaydê jî nav de, Înîya borî dest bi operasyoneke berfireh li ser rojavayê Heleb kir ku dorpeça ser Heleba rojhilat ya bin kontrola hevalbendên wan bişkênin.

Lêxweşbûna Navnetewî rexneyên tund li serhildayan kiribû ku rêz li jîyana mirovan nagirin.

XS
SM
MD
LG