Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Îranê Gmail Azad Kir


Rejîma Îranê roja Duşemê berbendkirina Gmail hilweşand, heftîyekê piştî ew malpera xizmeta emaîlê li Îranê hate rawestandin.

Karbidestên Îranê malpera Gmail blok kir, wek bersivek jibo vîdyoyekê ku li malpera YouTube hatîye belavkirin û bêrêzî bi pêxember Muhemedî dike.

Google xwedana Gmail û YouTube e.

Blokkirina Gmail bû cihê nerazîbûna bikarhênerên Internet û hejmareka karbidestan li Îranê.

Muhemed Reza Axamîrî, endamê komîteya çavdêrîya Internetê ya ser bi hikûmeta Îranê, roja Duşemê got ku karbidestan berbendkirina Gmail hilweşand piştî arîşên teknîkî jibo cûdakirina malpera YouTube ji Gmail hatin çareserkirin.

Li gor ajansa Associated Press, nêzîkî 32 milyon kes li Îranê Internetê bikar tînin û serjimara Îranê 75 milyon kes e.
XS
SM
MD
LG