Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêkeftinek stratejî navbera Afganistan û Amerîka


Parlemana Afganistanê rêkeftineke stratejî navbera Kabul û Washington pesend dike.

Rêkeftin roja Şemîyê li mala nizim ya parlemanê hate erê kirin bi dengdana bêtir ji 150 qanûndarêjan. Tenê çend qanûndarêjan li dijî vê gavê deng dan.

Gelek alîyên ewlekarî, aborî û rêvebirinê yên vê rêkeftinê hene. Herwiha têkilîya Amerîka ligel Afganistan piştî sala 2014an eşkere dike, dema ku piranîya hêzên NATOyê rola xwe li wî welatî bi dawî tînin.

Rêkeftin rê dide kêmtir hêzên Amerîkî ku li Afganistanê bimînin jibo fêrkirina hêzên Afganî ser operansyonên dijî el Qayîde.

Serokê Amerîka Barack Obama û yê Afganî Hamid Karzai destpêka vê mehê rêkeftin îmze kirin.

XS
SM
MD
LG