Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reşo Zîlan Ser Civîna Kurmancî Dipeyîve


Reşo Zîlan Ser Civîna Kurmancî Dipeyîve
Reşo Zîlan Ser Civîna Kurmancî Dipeyîve

Wekī piranīya zimanên din di Kurmancī de jî gelek devok hene. Tevî devokên heremî û her çend Kurmancî di xwendîngehan de nayê xwendin jî, Kurmancîaxêv dikarin baş ji hevdû fem bikin.

Ev bixwe li gorî zimanzanan "tiştekî pir balkêş e", çawa zimanekî bê dewlet, bê xwendîngeh karibûye di rewşa sîyasî yên pir dijwar de xwe ewqas baş biparêze?

Li ser van hizran û jibo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî, ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ev 24 sal in ku Civîna Kurmancî tê lidar xistin.

Zimanzan ū akademîsyen Reşo Zîlan di derbarê cîvînê de dibêje “civîn jiber xwe peyvên nû çênake, mimkin e peyvên ku di zaravayên Kurdî yên din de hene an berê hebûne dixe kirasekī Kurmancī. Yan jî gava ku tiştek wusa peyda nebû, li gor awayê mantiqa zimanê Kurdî peyvek pêk tine û pêşnîyarî gel dike.

Berhemên her civînek di hejmarake taybetî ya rojnameya Kurmancî ya Enstîtuyê Kurdî ya Parîsê de tê weşandin û her hejmar 3000 hezar heb tê belav kirin. Ev berhem, nexasim peyvên di nav salan de piranîya weşan û medyaya Kurdî yên Kurdîstanê û yên derveyê welêt tên kar anîn.

Bi munasebeta 20 salîya Civîna Kurmancî hemû hejmarên rojnameya Kurmancî wek cîld ligel ferhenga wî di sala 2007'an de hat çapkirin.

Hêjayî gotinêye ku piştî 24 salan, cara yekê li meha Gulana 2011'an de Civîna Kurmancî li Bakurê Kurdîstanê, li Bajarê Wan'ê kom bû.

XS
SM
MD
LG