Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêpîvanek li Berlînê li Dijî Kuştina Jinek Kurd


Li bajarê Berlîn, berî demekê zelamek Kurd hevjîya xwe bi navê Zemanûr di mala xwe de kuşt û piştî hingî bi kêran ew perçe perçe kir.

Ew zelam ji layê polîsê Alman ve hate girtin, û hate ragehandin ku wî nesaxîya derûnî heye.

Ev bûyere li Berlîn wek kiryarek hovane tê naskirin, û bo protesto kirina kiryarên ji vî awayî li dijî jinan, hijmarek berçav ya sazîyên Kurd û bîyanî li bajarê Berlîn rêpîvanek li darxistin.

Kesên beşdar li rêpîvanê daxwaza dadigehî kirina zelamê tawanbar kirin û daxwaz kirin li hember tunûtîjîya li dijî jinê xebatek lezgîn bê kirin.

Peymhinêra Beşa Kurdî Dengê Amerîka li Alman, Hîvî Berwarî ku li cihê rêpîvanê amade bû, raportek hinartîye. Bo guhdarîkirina vê raportê li ser fayla dengî kilîk bike.

XS
SM
MD
LG