Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: 50 Hezar Rûs li Ukrayna Hatine Kuştin


Dîmeneke arşîvî ya leşkerên Rûs li Ukraynayê.
Dîmeneke arşîvî ya leşkerên Rûs li Ukraynayê.

Dezgeheke medyaya Rûsî ya serbixwe dibêje wê kuştina bêtirî 50 hezar kesan li nav artêşa Rûsyayê belge kiriye ji dema ku Moskow berî zêdetirî du salan dest bi kempeyna xwe ya leşkerî li Ukraynayê kiriye. Ew dibêje tê bawerkirin ku bi deh hezaran kesên din jî hatibin kuştin.

Medizona, ku ligel BBC kuştîyên Rûs di şer de dişopîne, ragihand ku di hejmartina wan ya herî dawî de hatiye diyarkirin ku 50,471 endamên leşkerîya Rûsyayê ji destpêka şerê di Sibata 2022lan de hatine kuştin.

Li gor Mediazonayê, bêtirî 85,000 endamên artêşa Rûsyayê mirine li ser bingeha hejmara dozên mîratê jibo leşkerên kuştî yên ku hatine tomarkirin.

“Em navên bêtirî 3,300 efserên artêşê û hêzên din yên ewlekarî dizanin. 390 ji wan bi pileya kolonel û ber jor ve ne,” Mediazona ragihand.

“Hejmara rasteqîn ya kesên mirî li ser bingeha tomara dozên mîratê tê hejmartin. Heta 15’ê Adara 2014’an, ev hejmara nêzîkî 85,000 kes e.”

Ukrayna jî îdîa kiriye ku bêtirî 180 hezar endamên artêşa Rûsyayê di şer de hatine kuştin. Rûsya ji alîyê xwe ve kêm caran daneyan derbarê kuştîyên şer dide. Di texmîna Moskow ya herî dawî, ku heft mehan piştî destpêbûna şerê Ukraynayê dabû, kêmî 6,000 kes heta wê çaxê hatibûn kuştin.

Ukrayna jî dibêje ku ji destpêka şer 31,000 leşkerên wê hatine kuştin.

Jêder: RFE/RL

XS
SM
MD
LG