Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: HSD'ê Bajarê Reqa bi Temamî Dorpêç Kir


Rizgarkirina gundê "Kasrat Afan" li başûrê Reqa, ji aliyê HSD'ê ve
Rizgarkirina gundê "Kasrat Afan" li başûrê Reqa, ji aliyê HSD'ê ve

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku bajarê Reqa ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ve, bi temamî hat çember kirin.

Çavdêrî dide zanîn ku, dorpêçkirina bajarê Reqa îro Pêncşemê pêkhat piştî HSD'ê rîya dawiyê ya derbasbûna çekdarên DAIŞ'ê ji aliyê başûr ve xistî bin kontrola xwe.

SOHR herwiha dide zanîn ku niha çekdarên DAIŞ'ê yên di bajarê Reqa de mane têkliyên wan ji hemû aliyan ve bo nav axa Sûriyê hatine birîn.

Rêvebirê SOHR'ê Ramî Abdurahman ji AFP re got ku HSD'ê kontrola temam ya herêmên başûrê bajarê Reqa kiriye.

Ajansa Hawar (ANHA) ya nêzî HSD'ê û YPG'ê, îro roja Pênceşmê di malpera xwe de weşand ku HSD'ê di roja 23 ya rizgarkirina bajarê Reqa paytexta DAIŞ؛ê de, gundê "Kasrat Afan" li başûrê bajar ji çekdarên DAIŞ'ê rizgar kir û niha şerên dijwar li taxên rojhilata bajarê Reqa berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG