Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekişîna Hêzên Amerîka û Bandora li Ser Bakur Û Rojhilatê Sûriyê


Herêma Reqa Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Bi êrişa Tirkiyê li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê û vekişana hêzên Amerîka ji hin navçeyan, bandor wê bi zelalî li herêmê tê dîtin, bi taybetî ji aliyê xizmetguzarîyan de ,ku metirsî heye piştî guhertinên leşkerî li ser zemînê Hevpeymaniya Navdewletî alîkariya xwe li ser deverên şer lê qewimî rawestîne.

Zarokek Koçber li Kampeke Rojhilatê Sûriyê
Zarokek Koçber li Kampeke Rojhilatê Sûriyê


Li gor Ehmed Xidir Birêvebirê Komîta navxweyî û şarederiyan ya bi ser Encûmana Reqa Sivîl ve ji Dengê Amerîka re ragihand û got "Hîn pêwistiya me bi alîkariyeke mezin heye ku bajarê Reqa li ser lingên xwe bisekinê".

Berî êrişa Tirkiyê hejmarek mezin ji rêxistinên mirovî yên navdewletî li seran serî navçeya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikirin, lê piştî bûyerên vê dawiyê yên li herêmê, derketina beşek mezin ji rêxistinên Yekîtiya Ewropa û wezareta derva ya Amerîka, ku bi alîkariyeke mezin radibûn ji bo koçberên kampan de herwiha rewşa aboriya deverê geş dikirin, lê derketina wan bandorek neyênî li ser herêmê hiştîye.

Kampa penaberan
Kampa penaberan


Li gor Ebdilselam Hemsork birêvebirê komîta kar û barên civakî ji Dengê amerîka re ragihand û got "Rawestandina rêxistinên mirovî ji karên xwe re bandoreke nerênî li aboriya civakê kir."

Her piştî operesiyoneke leşkerî pêlên koçberiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind dibe,û bi sekinandina alîkariyên navdewletî rewşa koçberan zêde aloz dibe .

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00


XS
SM
MD
LG