Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêvîyên Welatiyên Reqa Bo Nûjenkirina Bajêr


Avahiyên wêranbûyî li Reqa

Welatiyên bajarê Reqa yên ku xanî û malên wan hatî wêrankirin piştî zêdeyî salekê ji rizgarkirinê Reqa, çaverêne ku al’kariya wan bih; kirin ji bo nû avakirinê da ku bikaribin vegerin warên xwe. Li gor Ebdelah Al-Eryan serokê Komîta nû avakirinê ji Dengê Amerîka re ragihand ku karê hatî kirin di çarçoveya vegera welatiyên Reqa de bû "Karê komîta nûavakirinê di dema derbazbûyî de li ser hêsankirina nîrên vegera welatiyên Reqa bû, me bajar ji mayînan, terman û wêraniyê paqijkir, me tora avê gihand hemû taxên bajêr, herwiha ava jêrzemînê, ev kar bûn sedem ku bizav bikeve vegera welatiyan.

Piştî veguhaztina wêraniyê tîma endaziyarî ya komîta nûavakirinê dest bi lêkolînan kiriye Al-Eryan dibêje "Lêkolînên pirojeyên avakirinê hatine amadekirinÎ. Dîsan dibêje "Me niha dest bi lêkolînan kiriye ,piştî ku me beşê yekê bi serî kir,me dest bi pilansaziya nûavakirinê kiriye ,ji avakirina saziyên fermî ,riyan,ferekirina hemû tora avê,herwiha pêşkêş kirina pêdiviyên hawarçûnê, lê em li benda desteka aliyekî navdewletî mane" .

Karmend li Reqa karê nûavakirnê dikin
Karmend li Reqa karê nûavakirnê dikin

Encûmana Sivîl ya Reqa, hewil dide hemû astengiyan li pêş avakirinê rake, Al-Eryan derbarê vê meselê got "Sendîka endezyaran ji welatiyan re bê beramber pilansaziyê avakirinê pêşkêş dike, herwiha şaredarî û komîta nûavakirinê wêraniyê vedigêzîne û alavan têxe xizmeta wan, lê ji bo avakirina xaniyên taybet alîkarî tune"

Bajarê Reqa di 20 meha Cotmehê de sala 2017an ji rêxistina DAIŞê piştî şerekî giran hate rizgarkirin, ku tê de (35) hezar xanî hatibûn wêrankirin ji bilî hemû saziyên xizmetkariyê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG