Encûmana Rêveber ya Bakur û Rojhilata Sûriyê di sala 2020an de biryra avakirina kordînatoriya taybet bi zanîngehan da û ji desteya perwerdê û fêrkirinê hat cûda kirib, ku bi awayekeî raste rast dê bi Encûmana Rêveber de girêdayî be .
Kordînatora zanîngehan biryara vekirina zanîngeheke nû da, bi navê zanîngeha Al-Şerq ku dê navenda wê ye sereke li bajarê Reqa be.
Dê zanîngeha Al-Şerq di meha Tebaxê de xwendekaran tomar bike û deriyê xwe li pêşwezîkirina xwendekaran di meha Cotmehê de veke.
Xwendin li zanîngeha Al-Şerq dê bi awayekî raste rast li navenda sereke be û li şaxên wê yên din di pêşerojê de, herwiha dewam dê neçar be û sîstema xwendinê dê li gor şêweyê Ewropî be, ku bi awayekî sereke dê li ser lêkolînan û sîstema korsan be.
Weke destpêk dê (6) beş li zanîngeha Al-Şerq bên vekirin, sê fakolte (kolîc) û sê peymangeh:
1-Kolîca Wêjeyê(beşê zimanê Erebî).
2-Kolîca Zanistên Perwerdeiyê(mamosteyên dibistanan).
3-Kolîca Matmatîk, Fîzîk û Kîmya .
4-Peymangeha Rêveberîyê û Darayî .
5-Peymangeha Komputer.
6-Peymangeha Zimanan.
Dê deriyên zanîngeha Al-Şerq li pêş hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûriyê bi awayekî taybet vekirî bin û li pêş hemû xwendekarên Sûrî .
Hêjayî gotinê ye ku zanîngeha Al-Şerq zanîngeha siyane li navçeya Bakur û Rojhilata Sûriyê tê vekirin piştî zanîngeha Rojava û Kobanê.