Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encûmana Sivîl ya Reqa Du Salîya Damêzirandina Xwe Pîroz Kir


Encûmana Sivîl ya Reqa salvegera duyê ya damezirandina xwe bi ahengekê pîroz kir.

Di ahangê de karên du salên borî, ji alîyê xizmetkarî, rêxistinî û destxistina alîkarîyên navdewletî ve hatin nirxandin.

Mişleb Derwîş
Mişleb Derwîş

Hevserokê Encûmana Sivîl ya Reqa Mişleb Derwîş got ku wan gelek projeyên xizmetkarî û avakirinê bi cîh anînê.

“Komîteya avakirinê ya encûmana me, bi hevkarîya Hevpeymanîya Navdewletî roleke girîng di veguhêztina wêranîyê de lîst. Herwiha bi xurtkirina binsazî avakirina qenalên ava çandinî û ya vexwerinê, me kehrebe gîhand hemî gundewarên wê.

Derwîş bal kişand ku di dema damezirandina encûmenê de nêzî 50 endamên wê hebûn û tenê 4 navendên wan vekirîbûn. “Niha li Reqa 17 komîte û 20 navend xizmet didin hemwelatîyan.”

Derwîş di dawîya axaftina xwe de bi bîr xist ku gelek sozên alîkarîyên derve ji wan re hatine dayîn, lê pêkanbûna wê girêdayî rewişa sîyasî ya Sûrîyê ye.

“Gelek rêxistinên mirovahî li Reqa kar dikin. Sozên alîkarî ji alîyê hevpeymanîya navdewletî hene, lê ew bi rewşa sîyasî girêdayî ye. Hemî alîkarîyên koalîsyon, wek alavên veguhastina paşmayîyên wêraniyê, di warê lojistîk de bû.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00

XS
SM
MD
LG