Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser Hewil Dide ku Barê Karantînê ya Ser Reqayîyan Sivik Bike


Bajarê Reqa, wekî bajarên din yên Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê, çend caran biryara qedexeya derketina kolanan ragihand.

Jiber ku bandora qedexeya cara dawî xurt e, Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê biryar da ku alîkarîya welatîyên xizan û yên ku bi karên rojane dijîn bike.

Beha Al-Dîn Elî, cîgirê hevseroktîya Desteya Karûbarên Civakî ji Dengê Amerîka re got ku jiber rawestandin dahata welatîyên li ser karê rojane dijîn, wan biryara belavkirina qufên xwarinê da.

“Li gor lêkolîneke berfireh ku komîteyên rêvebirîye pê rabûn, jibo hejmartina malbatên li jêr xêza hejarîyê û wekî çareserîyeke demkî ya pirsgirêkê, plana belavkirina alîkarîya xwarinê hat pejirandin,” Elî got.

Wî da zanîn ku qufên xwarinê wek alîkarî ye û hemû pêdivîyên welatîyan bi cî nayîne.

“Ev gav bi çalakîya vîrusê re têkildar e û wekî çareserîyeke demkî ya pirsgirêka astengkirina awayên jîyanê ya di encama biryarên qedexeya derketine de ye û dibe ku ev biryar di siberojê de were dûbare kirin.”

Hêjayî gotinê ye ku jiber ku rewşên sîyasî û leşkerî yên cûrbicûr di ser vî bajarî re derbaz bûye, dîyardeya karê rojane li Reqa belav e.

Herwiha gelek koçberên ku ji deverên din yên Sûrîyê hatine bajêr, jî hewceyî alîkarîyê ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG