Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navenda Çêkerên Hêvîyê li Reqa Alîkarîya Astengberan Dike


Tevî ku piranîya herêmên bin desthilata DAIŞ'ê hatiye rizgar kirin, kiryarên neyênî yên wê bi hêsanî nayên çareser kirin.

DAIŞ'ê dema ku ji deverekê vedikişî, li pey xwe mayîn diçandin ku ew jî dibû sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan.

Jibo alîkarîya kesên ku dest û lingên xwe, jiber wan mayînan hinda kirine, rêxistineke bi navê Çêkerên Hêvîyê hate vekirin.

Miwefeq Dîb, rêvebirê navenda Çêkerên Hêvîyê dibêje ku sedema vekirina navenda wan bilindbûna kesên ku bûne qurbanîyên mayînan e.

“Me dît ku pêwistî bi avakirina navendeke alîkarîyê ji wan kesan re heye, loma me dest bi kar kir. pêşkêş dike heye. Em ti cudahî naxin nav welatîyan. Çi leşker bin, çi jî sivîl, me heta niha 35 ling û dest ji qurbanîyan re sîwar kirine.”

Dîb dide zanîn ku hemî karên ku ew dikin dilxwestî ne û xebatkarên wan jî bi heman awayî dixebitin.

“Tunebûna desteka rêxistinên navdewletî karê me dijwar dike. Em rêxistina tenê ne ku li hemî Bakur û Rojhilata Sûrîyê kar dike. Astengberên li hemî deverên Bakurê Sûrîyê, bo alîkarî serî li me didin.”

Navenda Çêkerên Hêvîyê dide zanîn ku li gor pêzanînên nefermî nêzî 14 hezar hemwelatîyên astengber (kêmendam) li Bakurê Sûrîyê hene û ji wan tenê 1400 kes xwe tomar kirine.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00

XS
SM
MD
LG