Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reqayî Derbarê Serokê Hilbijartî Biden Çi Difikrin?


Rûniştvanên Reqa li benda serokê hilbijartî Joe Biden û sîyaseta nû ya Amerîka ya derbarê herêma wan in.

Endamê MSD’ê Esad Yasîn ji Dengê Amerîka re got ku ew hêvî dikin ku berjewendî dualî werin parastin û pirsgirêka herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê werin çareser kirin.

“Biryara Serokê Amerîka Donald Trump ya vekişîna ji hin deverên Bakur û Rojhilata Sûrîyê alozîyeke mezin bi xwe re anîbû û encamên wê vekişînê rojane li ser erdê hene jiber ku hêzên çekdar yên ser bi Tirkîyê êrîşî herêmê dikin.”

Fadil Muweysan ji got ku ew ji rêvebirîya nû ya Amerîkî piştgirîyeke xurtir hêvî dikin.

Hin çavdêr bawer dikin ku sîyaseta Amerîka ji berê de hatiye dîyar kirin û loma bi guherîna rêvrebirîyan zêde guhertin di sîyaseta wê de çênabe.

Lê, rûniştvanên Reqa ji Biden hêvî dikin ku ewlehî û aramîya herêmê biparêze.

Di heman demê de tirsa wan heye ku heta 20’ê meha yek Rêbendanê, berî ku Biden were ser kar, Tirkîye operasyoneke nû dijî Bakur û Rojhilata Sûrîyê bike.

RK_11_20_2020_Reqa_Biden
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG