Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêwirmenda Esad: Em Dev ji Reqa Bernadin


Şêwirmenda Serokê Sûrîyê Beşar Esad, Buteyna Şaban ji kanala El-Meyadin ya Lubnanê re ragihand ku ewê ‘’dev ji Reqa bernedin’’ û ‘’têkoşîna xwe bo yekîtîya axa Sûrîyê’’ bidomînin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka, meha borî dîyar kiribû ku temamê Reqa ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) sitandîye û dabû zanîn ku dê ew bajar bibe parçeyeke rêvebirîya xweser.

‘’Nabe ku Sûrîye parçe bibe û beşek ji vî welatî veqete, li ser vê mijarê ti nîqaş jî nabin’’ Xanim Buteyna got.

Şêwirmenda Esad da zanîn ku divê HSD ji bûyerên ku piştî referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistana Îraqê qewimîne, ‘’dersekê bigire’’

Buteyna Şaban bi berdewamî dîyar kir ku axaftina Wezîrê Derve ye Sûrîyê Welîd Muallim, ku gotibû ‘’em dikarin bi Kurdan re ser xweserîyê danûstandinan bikin’’, şaş hatine şirove kirin.

Wê got ku ‘’ez ti hikûmetên dê bi komekê re ser axa Sûrîyê danûstandinan bike nas nakim.’’

XS
SM
MD
LG