Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reqayî jiber Sedemên Aborî Rakirina Karantînayê li Bajêr Dixwazin


Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jibo rêgirtina belavbûna vîrusa korona du caran dirêjkirina karantînkirinê da. Deng ji alîyê welatîyên Reqa bilind dibin h were rakirin jiber ku ta niha ti tûşbûn çênebûne.

Salîh Hibêtî ji Dengê Amerîka re got ku pêwîstî bi guhertina karantînkirinê heye.

Beşeke din ji welatîyên Reqa dibînin ku karantînkirina hindurîn ne pêwîst e jiber vîrus di nav welatîyan de belav nebûye û bi tenê pêwîstî bi girtina derîyên sînor heye.

Herwiha, ferzkirina karantînkirinê ya 14 rojan ji yên derbazî herêmên Rêvebirîya Xweser dibin nahêlê ku vîrusa korona di nav welatîyan de belav be û pêwîstîya dirêjkirina û tundkirina karantînkirina bi vî şêweyê niha ne pêwîst e.

Yasir Casim ji Dengê Amerîka re got ku pêwîst e karantînkirin jibo yên vîrus li wan xuya dike, hebe.

Zexta mezin ji welatîyên Reqa jibo rakirina karantînkirinê vedigere sedemên aborî ku li gor ew dibêjin aborîya wan ta niha ji şer baş nebûye û dirêjkirina karantînkirinê dê rewşa wan dijwartir bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00

XS
SM
MD
LG