Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Reqa Wê Dersên bi Zimanê Kurdî Destpê Bikin


Bajarê Reqa

Di demên dawî de hejmareke mezin ji rûniştvanên Kurd yên bajarê Reqa vegerîn cîh û warên xwe.

Komîteya perwerdê ya Meclîsa Sivîl ya Reqa, bi destpêka sala perwerdeya nû ya 2019-2020 biryar da ku dersên taybet bo xwendekarên Kurd yên Reqa veke.

Elî Şenan
Elî Şenan

Hevserokê komîteya perwerdê Elî Şenan ji Dengê Amerîka re ragihand ku ewê havînê jibo mamosteyên zimanê Kurdî kursan vekin.

Şenan da zanîn ku xwendekarên Ereb jî li gor daxwaza wan wê bikanibin bi awayekî dilwestî zimanê Kurdî bixwînin.

Materyalên dibistanên Reqa ji alîyê UNICEF'ê tê peyda kirin û komîteya perwerdê pirtûka çand û axlaq û herwiha û bo şagirtên Kurd jî pirtûkên Kurdî tevî wan marteryalên UNICEF'ê dike.

Hêjayî balkişandinê ye ku ta niha hikûmeta Sûrî ti dibistan û zanîngeh bi zimanê Kurdî venekirine û pênasînê bi bawernameyên Rêvebirîya Xweser ya bi pêşengîya Kurdan nake.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:48 0:00

XS
SM
MD
LG