Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jêderên Tirk Dibêjin ku Amerîka jibo Operasyona Reqa Xwe li Hêzên Kurd Digire


Sîvîlên ku ji Reqa direvin
Sîvîlên ku ji Reqa direvin

Karbidestekî Tirk yê payabilind do Sêşemê ji Retuers’ê got ku tevî hemî hewildanên Tirkîyê jî wisa xuya dike ku Amerîka dê di operasyona Reqa de piştgirîyê bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim dîyar kiribû ku jibo Sûrîyê ji komên terorîst were paqij kirin divê Rûsya û Amerîka alîkarîya hevdu bikin.

Serfermandarên Tirkîyê, Amerîka û Rûsya jibo hevkarîya li Sûrîyê li Antalya kom bûn. Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere bibe da zanîn ku encamên civînê dikare rewşa heyî ya li Sûrîyê bi giştî biguherîne.

‘’Wisa xuya dike ku Amerîka li şûna Tirkîyê, dê operasyonê bi YPG li dar xe ku ew çekan dide wê rêxistinê. Ger ew operasyona wisa li dar keve dê peywendîyên Tirkîyê û Amerîka xerab bibin, çinku YPG rêxistineke terorrîst e’’ karbidestê Tirk got.

Ankara hewil dide ku di operasyona Reqa de Amerîka li şûna YPG’ê piştgirîyê bide serhildayên Sûrîyê ku Tirkîye alîkarîya wan dike.

Tirkîye YPG’ê û partîya ku ji alîyê sîyasî ve nêzî wê PYD’ê, wek baskên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne ku ew rêxistin li dijî hikûmeta Tirkîyê di serhildanê de ye.

XS
SM
MD
LG