Lînkên eksesibilîtî

Berdevkê YPG'ê: Emê di Hezîranê de li Hindurê Reqa Bin


Berdevkê nû yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mahmud di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku operasyona rizgarkirina Reqa dê di demeke nêz de destpê bike û ewê di meha Hezîranê de li hindûr bajêr bin.

Mahmud dîyar kir ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengîya wê dike, piştî pêşketinên li alîyê bakur û rojavayê Reqa, îcar li başûr pêş dikeve û ji her sê hêlan ji 2 heta 8 kîlometreyan nêzî bajêr in.

‘’DAIŞ’ê jibo xîlafeta xwe Reqa wek paytaxt ragihand, jiber vê yekê ewê zû bi zû dev ji wir bernede. Li gor agahîyên giheştine ber destên me, DAIŞ bi wesayîtên dê bêne peqandin, kesên dê êrîşên xwekuj li dar xînin û erda tê kolandin amadekarîyeke xurt dike’’ Mahmud got.

Berdevkê YPG’ê ser alîkarîya çekan ya Amerîka jî da zanîn ku her çiqas biryareke dereng hatîye sitandin jî, çekên hatine dayîn ewê di tunekirina DAIŞ’ê de roleke girîng bilîzîn.

Mahmud bi berdewamî dîyar kir ku şoreşgerên Amerîkî jî li Rojava di nav refên YPG’ê de cîh digirin û spasîyên xwe bo xwepêşandarên ku li Washingtonê piştgirîya YPG’ê kirin pêşkeş kirin.

XS
SM
MD
LG