Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Mislim: Dibe ku Reqa Tevlî Federalîzma Kurdan Bibe


Serokê PYD'ê Salih Mislim, di sala 2013'an de li konferanseke li Parîs'ê
Serokê PYD'ê Salih Mislim, di sala 2013'an de li konferanseke li Parîs'ê

Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Salih Mislim do Duşemê ji Reuters’ê re ragihand ku piştî Reqa ji dest DAIŞ’ê were derxistin, li ber e ku ew bajar tevlî rêvebirîya xweser ya ku ji alîyê Kurdên Sûrîyê û hevalbendên wan ve hatiye ava kirin bibe.

Mislim da zanîn ku piştî Reqa were rizgar kirin, dê gel jibo siberoja wê biryarê bide, lê got ew difikire ku bajar tevlî pergala federal ya demokratîk bibe.

‘’Em li benda tiştekî wisa ne, çinku projeya me jibo hemî Sûrîyê ye û dibe ku Reqa jî bibe beşeke wê. Em tek ser disekinin ku di her mijarê de gelê Reqa bi xwe biryarê bide’’ Muslim got.

Mislim bi berdewamî got ku Reqa divê di destên dostan de be, rewşeke berovajî vê yekê dê jibo hemî Sûrîyê, bi taybetî jî seba bakurê wê bibe metirsîyeke mezin.

Li ber e ku pergala demokratîk ya federal, li bakurê Sûrîyê li ser sê herêman were ava kirin.

Karbdidestên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku ji Kurdan û Ereban pêk tê û Amerîka piştgirîyê dide wê, dîyar dikin ku ewê di serê Nîsanê de operasyona Reqa destpê bike.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), pêşengîya HSD’ê dike ku Tirkîye wê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne.

XS
SM
MD
LG