Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR : Di Êrîşên Esmanî de li Reqqa 39 kes Hatin Kuştin


Çekdarên dewleta Îslamî li Reqqa
Çekdarên dewleta Îslamî li Reqqa

Çavdêriya mafên mirov li Sûriyê (SOHR) roja Şemiyê da xuyakirin ku, di êrîşên esmanî de, li dij bajarê Reqqa 39 kes hatine kuştin, di nav kuştiyan de, jin û zarok hene.

Ajansa Reuters li gor çavdêriya mafên mirov ya Sûrî ku, çalakvanên wê li hemû herêmên Sûriyê hene radigehîne ku, sibeya roja şemiyê êrîşên esamnî liser bajarê Reqqa pêkhatine.

Di encama van êrîşan de 39 kes hatine kuştin, weke Reuters li gor çavderîyê radigehîne hêj nayê zanîn kanê ev êrîş ji aliyê hêzên esmanî yên dewleta Sûrî yan jî Rûsî de pêk hatine.

Bajarê Reqqa weke paytexta DAIŞê tê naskirin, heya niha pir caran êrîşên esmanî li dij Reqqa hatine encam dan.

XS
SM
MD
LG