Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Bersîveke Tund Dide Ewrupa û Dibêje Ew Qanûna Terorîzmê Naguherîne


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje, wê Tirkîyê jibo wergiritna rêwîtîya bê vîza ji Yekîtîya Ewrupa, qanûna dijî-terorîzmê neguhere.

Daxuyanîya Erdogan îro Înê tê, rojekê piştî ku Serokwezîr Davutoglu, ku peymana ligel Yekîtîya Ewrupa îmza kiribû, ragihandibû ku ew dest ji serokwezîrîyê berdide.

Erdogan di axaftina xwe ya bo dewletên Ewrupî de got: “Emê herin rêya xwe, hun jî herin ya xwe.”

Yekîtîya Ewrupa ji Tirkîyê dixwaze ku wek şertekê rêwîtîya bê vîza, pêdaçûnê li ser qanûnên xwe yên terorîzmê bike, lê Erdogan jî di demên dawî de çarçoveya ravekirina terorîzmê firehtir kiriye.

XS
SM
MD
LG