Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Re’ûf Osman: Malikî Dixwaze Xwe ji Benda 140’ê Derbas Bike


Serokwezîrê Îraqî Nûrî Malikî.
Serokwezîrê Îraqî Nûrî Malikî.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnama Wall Street Journal ya Amerîkî, serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî dibêje, ew razî ye beramberî encamdana referandumê li deverên kêşe li ser li bakura Îraqê, belê pêdivî ye parleman jibo vê pirsê dengî bide bo guherîna destûrê welatî.

Şarezayê siyasî û endamê berê yê parlemanê Îraqî, Re’ûf Osman, gote Dengê Amerîka ku benda 140 bendeka destûrî ye û çi têkelî bi parlemanî ve nîye.

Birêz Osman dibêje, daxuyaniya Nûrî El Malikî derbarê referandumê xwe derbas kirine ji benda 140’ê.

Mamosta Re’ûf Osman her wiha got ku eger ev pirse biçe pêş parlemanî, nahête pejirandin.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Osman re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG