Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşek Esamî de li Yemenê 16 Kes ji Malbatekê Tên Kuştin


Haydan, Yemen
Haydan, Yemen

Ajansa Reuters ji bajarê Sena'a paytexta Yemenê radigihîne ku, li gur şahidên bûyerê, roja çarşemê di êrîşeke esmanî ya hevpeyamaniya Erebî de bi serokatiya Erabsitana Sa'udî li bakurê Yemenê bi kêmî16 kes ji malbata melayê mizgeftekê hatin kuştin.

Bombe bi mala mela Salih Abu Zîne ketiye ya ku, li parêzgeha Sa'ade ye li bakurê Yemenê, di encama peqîna bombeyê de malbata mele û ya herdû kurên wî her hemû di wê êrîşê de hatine kuştin.

Reuters di hind wêneyan de laşên kuştiyan yên jêr xirban de tên derxistin dane weşandin, herweha karmendên saxlemiya hewar hatinê dibêjin tirsa wan heye ku êrîşên weha dîsan ji aliye hevpeymaniya Erebî ya li dij Husiyan li Yemenê pêk bihên.

Wek tê zanîn hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistana Sa'udî piştevaniya serokê niha yê Yemenê Ebid Rebihî Mensour dikin û li dij milîtanên Husîyan yên ji aliye Îranê de tên piştevankirin êrîşan encam didin.

XS
SM
MD
LG