Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hejmara Endamên AKP'ê ya Erdogan Hindiktir Dibe


Piştevanên AKP'ê ku bi encamên Stenbolî dilşikestî bûne (Arşîv)

Ajansa Reuters îro Înê radigihîne ku hejmara endamên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi awayekî berdewam hindiktir dibe.

Reuters dide zanîn ku AKP di nav sala borî de 840,000 endamên xwe hinda kirine û ew yek bi awayekî berbiçav didome.

Li gor agahîyên fermî di Tebaxa sala çûyî de 10.72 mîlyon endamên AKP’ê hebûn, lê di destpêka Îlona vê salê de hejmara wê ketiye 9.87 mîlyonan.

Pisporên sîyasî bal dikşînin ku têkçûnên mezin yên di hilbijartinên rêvebirîyên xwecîhî de, ku AKP’ê bajarên mezin yên wek Stenbol, Enqerê, Edene, Antalya ji dest berdabû, sedema serekî ya kêmbûna hejmara endamên AKP’ê ne.

Dîsa, cihêbûna du kesên navdar serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û wezîrê berê Alî Babacan di kêmbûna endamên AKP’ê de faktorên girîng in.

Ajans dide zanîn ku sala damêzrenerên berê yên partîyê dest bi avakirina partîyeke nû kirine û îhtîmal heye ku ew kêmbûn bi rêjeyeke bilindtir berdewam bike.

Serokê giştî yê AKP’ê Erdogan red kiribû ku endamên wan hindiktir dibe. Wî îdia kiribû ku jiber mirina endamên wan hejmara endamên wan daketiye.

Reuters ji zarê pisporên sîyasî dîyar dike ku piştevanîya gel ji Erdogan re roj bi roj kêmtir dibe û Erdogan bi sîyaseta xwe hewil dide rê li ber vê bigire.

XS
SM
MD
LG