Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Xwîşka Bexdadî Hat Girtin


Rasmiya Awad
Rasmiya Awad

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê karbidestekî Tirk ragihand ku xweha rêberê berê yê Dewleta Îslamî (DAIŞ) Ebubekir El Bexdadî hatiye girtin.

Reutersê dîyar kir ku, tevî xwanga Bexdadî, xanim û bûka wî jî hatine girtin û lêpirsîna bo wan destpê kiriye.

Li gor nûçeya Reutersê, xwîşka Bexdadî, Resmîye Awad li Ezaz ya li bakurê Sûrîyê tevî pênc zarokên xwe hat girtin.

Karbidestê Tirk yê ku nav nehat eşkere kirin dîyar kir ku ew dixwazin di ser xwşka Bexdadî re hin agahîyên derbarê DAIŞ’ê bi dest xin.

Amerîka di 27’ê Cotmehê de dîyar kiribû ku Bexdadî di encama operasyonekê de hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG