Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Biden bo Zêdekirina Bacan Hazirîyê Dike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Serokê Amerîka Joe Biden dê bacên Amerîkîyên dewlemend zêdetir bike.

Çavê re ye ku ew zêdekirin di dîroka Amerîka de ya herî bilind be.

Reutersê dîyar kir ku Biden vê planê dixwaze ku 1 trîlyon dolar bo nihêrîna li zarokan, perwerdeya li pêşdibistanan û betlaneya bi mûçe ya bo karkeran çêke.

Qesira Sipî hewil dide ku karsazên dewlemend û kompanîyên mezin pirtir bacê bidin û dixwaze sîstema bacê bi awayekî berfireh biguherîne.

Jiber hewildanên zêdekirina bacê li borsayê daketinên mezin çêbûn. Endeksa S & P 500 1 ji sedê daket ku ew daketina herî mezin ya meheke dawî ye.

Divê bo zêdekirina bacê li Kongresê jî dengdan çêbe. Li her du civatên Kongresê piranîya di destê Demokratan de ye.

Çaverê ye ku Komarî piştgirîya plana ser zêdekirina bacê nekin û hîn nayê zanîn ku ewê temamê Demokratan piştgirîyê bidin wê planê yan ne.

XS
SM
MD
LG