Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Dozgerîya Tirk Hember Beratkirina Kavala Nerazîbûn Nîşan Dide


Li gor belgeyeke ku Reutersê roja Pênçşemê bi dest xist, dozgerekî Tirk dijî beratbûna karsazê xêrxwaz Osman Kavala û 8 kesên din nerazîbûna xwe dîyar kiriye.

Kavala û kesên din jiber îdiaya rola wan ya di protestoyên Parka Gezî ya sala 2013an de dihatin darizandin.

Protestoyên ku bi sed hezaran li Stenbol û li seranserê Tirkîyê meşîbûn li dijî planên jinûve avakirina parka navendî ya Stenbolê metirsîyeke mezin bo serokwezîrê wê demê û serokê niha Recep Tayyîp Erdogan çêkiribû.

Doza dadgehê ji alîyê alîgirên Rojavayî û komên mafan ve hat şermezar kirin piştî ku çend demjimêran di 18’ê Sîbatê de ew bi awayek surprîz hat berat kirin û dîsa karsazê bi nav û deng Kavala ji serûnûve hat girtin jiber têkilîyeke hewildana derbeya leşkerî ya 2016’an.

Belgeyek 90 rûpelî ya ji ofîsa serdozgerîya Stenbolê di 8’ê Nîsanê de bang kir ku berata doza Gezîyê bihê betal kirin û xweparêz li gor tawanan bihên siza kirin.

Her çend Kavala di girtigehê de ye jî banga fermana jinûve girtina wî di çarçûva doza Gezîyê de hat kirin.

Di doza Gezî de, Kavala û du xweparêzên din bi tawana girtina jîyanê ra rû bi rû mane bêyî ku bi mercî bihên berdan û xweparêzên din bi harîkarîya wan ya rêxistina protestoyan di hewildana derbeya êxistina hikumetê ve hatin tawanbar kirin. Wan ew tawan nepejirandin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Kavala du sal pirtir e li girtîgehê ye.

Di meha Sermawezê de Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupî daxwaza bi lezgînî azadkirina Kavala kiribû û gotibû ku ti sedemên rastîn tune ne ku wî ew tawan kirine.

XS
SM
MD
LG