Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Di Êrîşên Tirkîyê de Heta niha 218 Sivîl li Bakurê Sûrîyê Hatine Kuştin


Jineke Kurd li nêzî Serêkanîyê

Ajansa Reuters ji zarê karbidestên Kurdên Sûrîyê ragihand ku di êrîşên Tirkîyê de, ku hefteya borî 218 sivîl hatine kuştin.

Desteya Tendirustî ya Rêvebirîya Xweser bi daxuyanîyekê da zanîn ku 18 ji qurbanîyan zarok in û di êrîşan de herwiha pirtir ji 650 kesên din j birîndar bûne.

Daxuyanîya Desteya Tendirustî banga awarte li ser rewşa sivîlan li Serêkanîyê kir û xwest ku korîdoreke mirovahî were vekirin.

Desteya Tendirustî diyar kir ku jiber şerê dijwar û îhtîmala bikaranîna çekên qedexekirî, rewişa sivîlan li Serêkanîyê di xetereyeke mezin de ye.

“Sivîlên ku li bajarê Serêkanîyê di çemberê de û di bin xetereya jîyanê de ne û nikarin pêdivîyên xwe yên bingehîn bi cîh bînin û bê av, bê xwarin, bê elektrîk in. Nexweşxane jî di bin hedefa êrîşan de ye, jiber vê yekê jî jiyana bi hezaran birîndar û sivîlan û xebatkarên me di metirsî de ye û ew rûbiryê komkujiyeke mezin in.”

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG