Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Tevî Agirbestê, Şer li Serêkanîyê Didome


Ajansa Reuters ragihand ku tevî ragihandina agirbestê ya ji hêla Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ve, şerê li bajarê Serêkanîyê hîn ji didome.

Rojnamevanên Reutersê yên li herêma tixubî ragihand ku wan dengê sîlahên otomatîk û hawanan bihîstîye û dû ji Serlkanîyê bilind dibe.

Berdevikê HSDê Mustefa Balî ragihand ku bi êrîşên esmanî û êrîşên topan şervanên wan û sivîlan Sli li Serêkanîyê dike armanc.

“Tirkîye agirbestê binpê dike jiber ku ji şeva borî vir ve êrîşên xwe didomîne,” Balî got.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence roja Pêncşemê gotibû ku Tirkîyê qayil bû ku jibo 120 seetan şer rawestîne da ku hêzên YPG'ê ji herêma ewle ya lihevkirî vekişe.

Pence gotibû ku bi ragihandina agirbestê, toleyên ku li ser Tirkîyê bihatana danîn dê werin cemidandin.

XS
SM
MD
LG