Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Trump Negotiye ku Ewê Fetullah Gulen Radestî Tirkîyê Bikin


Fetullah Gulen
Fetullah Gulen

Ajansa nûçeyan ya Reuters’ê ji zarê karbidestekî payabilind yê Qesira Sipî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re negotiye ku ewê Fetullah Gulen radestî Enqerê bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dabû zanîn ku Trump ji Erdogan re dîyar kiriye ew bo radestkirina Gulen dixebitin.

Trump û Erdogan du hefteyên berê li Hilcivîna G-20 ya Arjantînê kom bûbûn.

Qesira Sipî hîn ser gotinên karbidestê Tirk, ti daxuyanî nedaye.

Fetullah Gulen li Amerîka dijî. Tirkîye îdia dike ku berpirsê hewildana darbeyê ya sala 2016’an Fetullah Gulen e û ji Amerîka dixwaze ku wî radest bike.

XS
SM
MD
LG