Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Li Brîtanya Hejmara Mirinên ji COVID-19 Giheşt 55,873 Kesan


Ajansa Reutersê ragihand ku hejmara mirinên ji nexweşîya COVID-19 li Brîtanya giheşt 55,873 kesan.

Ajansê bal kişand ku bi wan hejmaran Brîtanya yek jî welatên herî xirab yên cîhanê ye.

Di van hejmarên nû de kesên li Îngîltere, Wales, Îralana Bakur ku di pêlgên wan yên mirinê de COVID-19 hatiye nivîsîn cîh digirin.

Ajansê da zanîn ku ev agahî li Îrlanda heta 3’ê Tîemehê û li cîhên din jî heta 5’ê Tîrmehê ne û tê de mirinên dawî yên li nexweşxaneyan jî hene.

Agahîyên hikûmeta Brîtanî nîşan didan ku tenê 44,830 kes jiber ku testên wan yên vîrusa korona derketine, jîyanên xwe hinda kirine.

XS
SM
MD
LG