Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: YE Dê Taloqkirina Brexitê Bipejirîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îdia kir ku rêberên dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) dê taloqkirina Brexitê bipejirînin.

Reutersê da zanîn ku rêberan berî hilcivîna roja Çarşemê bernivîsek hazir kiriye û li gor wê wan li ser taloqkirina Brexitê li hev kiriye.

Li ber e ku rêberên dewletên YE’ê roja Înê Brexitê taloq bikin.

Bernivîs dîyar dike ku ger Brexit heta 22’ê Gulanê li parlamantoya Brîtanya neyê pejirandin divê Brîtanya beşdarî hilbijartinên Parlamantoya Ewrupa bibe.

Ger Brîtanya li gor vî şertî tevnegere divê di 1’ê Hezîranê de ji YE’ê veqete.

XS
SM
MD
LG