Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa COVID-19 Li Bakur-Rojhilata Sûrîyê Xirab E


Dîmeneke ji pêyvajoya COVID-19 ya li Bakur û Rojhilata Sûrîyê
Dîmeneke ji pêyvajoya COVID-19 ya li Bakur û Rojhilata Sûrîyê

Bakur û Rojhilata Sûrîyê ya ku herêmeke nîv-xweser e û nêzî 5 mîlyon kes lê dijîn, di navbera Tirkîyê, Îraq û Sûrîyê ya di bin kontrola hikûmetê de ye, cîh digire.

Ev herêm bi salan e jiber şerê navxweyî, êrîşên terorî û pevçûnên sînorî yên bi Tirkîyê re rûbirûyê pirsgirêkên girîng dimîne.

Niha herem, bi sedema vîrusa korona rewşeke pir xirab de ye, jiber ku hejmara bûyer û mirinên nexweşîya COVID-19 her diçe, zêde dibin.

Derman, oksîjen û test gelek kêm in, û vaksîn hema hema li ti cîhê nayên dîtin.

Dr Juan Mustafa, ku hevserokê sazîya saxlemîyê yê herêmê ji Dengê Amerîka re ragihand ku li bakurê rojhilatê Sûriyê tenê têra ji % 2 yê nifûsê vaksîn heye û rêjeya mirinê di du mehên borî de ji % 50 zêde bûye.

Wî da zanîn ku di pêlên nû yên nexweşîyê de, mîna niha, kêmbûna oksîjenê heye, û pêyvajoya peydakirina oksîjenê naxebite.

"Heke pêyvajo giran be, pêdivî ye ku hin nexweşxane, nexweşan vegerînin," Dr Juan Mustafa got.

Karbidestên saxlemîyê dibêjin ku rêka herî xurt ya dijî tekoşîna vîrusa korona ya di dest wan de girtina demkî yan jî qedexeyên derketina derve ye ku ev jî zorê didin karsazan ku tenê di demjimêrên sînorkirî de kar vekin û mirov li malê bimînin.

XS
SM
MD
LG