Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Aborîyê li Amerîkayê Baştir Dibe


Rewşa Aborîyê li Amerîkayê Baştir Dibe
Rewşa Aborîyê li Amerîkayê Baştir Dibe

Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji kar hatine derxistin, hefteya borî hindiktir bû ku ew jî wekî nîşaneya xûrtbûna aborîya wî welatî têdîtin.

Raporta Wezareta Kar ya Pêncşemê dibêje, hejmara kesên ku daxwaza alîkarîya bêkarîyê dikin, 15.000 kêm bûye û li seranser welat bûye 358.000 kesan.

Aborîzan serîlêdanên alîkarîya bêkarîyê, wekî rêyeke baş ya texmînkirina kesên ji kar hatine derxistin, dihesîbînin. Gava ew hejmar dikêve bin 400.000 hezaran, pispor dibêjin ekonomî xûrtir dibe û rêjeya bêkarîyê nizimtir dike.

Li gorî ahahdarîyên herî dawî, rêjeya bêkarîyê li meha borî bûye 8.3 ji sedê ku ew jî asta herî nizim ya sê salên çûyî ye.

XS
SM
MD
LG